Wezareta Tenduristiyê di hikûmeta demkî ya Sûrî de xizmeta klînîkên tên veguhestin li bakurê Sûrî yê rizgarkirî pêşkêş dike ji Efrînê ta Cerablis û Izazê.
Hikûmet bi pêşkêşkkirina van klînîkan hewil dide ku berfirehtirîn dever ji kampan li deverên rêzgarkirî kontrol bike, her klînîkek ji ( bijşkekî, qabîleyekê, birînpêçekî, ajokerkî) pêk tê,û nexwejiyên çerm û yên pişikê û hinên din derman dike.
Wezîrê tenduristiyê Meram Şêx Mistefa diyar kir ku klînîkên tên veguhestin di bin çavdêriya rêveberiya Helebê de kar dikin.
Rêveberê rêveberiya Tenduristiya Helebê Ebdulbast Ibrahîm, diyar kir ku wezareta Tenduristiyê ev klînîkên tên veguhestin bi pêdivî û alav û dosyayên locistî amadekirine , û pêşbirkek li dar xist da karmendan di wan peywirdar bike.
Rêveberê Tenduristiyê bal kişand ser ku dever li gor pilanekê li wan hat parvekirin, klînîka N1 kampên Efrînê ( Sîlvana, Zagros, kargeha Elbêrîn,) û wê di pêşerojê de kampên (Diyar û Amed) tevlî bibin.
xesxaneya N2 kampên devera Izaz û Marii ( hûr Elnehir, Elxoz, Elsalihiyê, Erşaf, Eliyûn).
Rêveberê Tenduristiyê bal kişand ku ta niha herdû klînîk di nîvê heyva Temûzê de 657 nexweş ji wan 420 mendal û 237 jin û yên ducanî pêşwazî kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî