Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civînek li gel Desteya Giştî ya Komebenda Helmetên Heca Sûrî, û Sendîkeya Karê Hecê û Rêvebirê Heca Sûrî lidar xist, û civîngeran cextî li ser pêwîstiya ku doseya heca Sûrî Niştimanî be, û xizmetekariyên xwe ji tevaya aliyan re pêşkêş bike.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Hevrêzkarê Sendîke û Yekîtiyan di Hevbendiyê de Ebdilmecîd Berekat, û Endamê Hevbendiyê Ebo Elxêr Şukrî, û Rêvebirê Heca Sûrî Semîr Bêreqdar, Nûnerên Sendîkeya Kar di Hecê de amade bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî pesnê karê Komîteya Hecê da, û şanaziyên xwe bi xizmetguzariyên ji Sûriyan re bo van rêwresma olî ya pîroz pêşkêş dikin anî ziman, û tekezî li ser berdewamiya hilgirtina berpisyariyê di vê doseya serwerî de û misogerkirina pêşxistina xizmetguzariyên di riya wê re têne pêşkêşkirin kir.
Û Hevbendiyê tekez kir ku hebûna saziyên sivîl li kêlek Komîteya Hecê tiştekî erênî ye û alîkare ji karê komîtê re, lê merc ew e ku pabendî bi pirensîpê karê saziyên civaka sivîl bibe, û got ku hevrikiya li ser çakkirina xizmetguzariyan di nav sendîkeyan de tiştekî erênî ye, û dikeve bercewendiya berdewam ji xizmetên têne pêşkêşkirn re.
Û Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan di Hevbendiya Niştimanî de nerîna xwe ji bo xebatên dihêlin sendîke di tevaya warên siyasî û werzişî û yasayî de bihêz bibibn eşkere kir, her weha yekrêziya kartên yekpespor, û tekezî li ser miqatebûna wê ku desttêwerdanê di karê van sendîkeyan de neke kir, lê ewê ji bo çarçovekirina karê wan bixebite, û yekrêziya karînên wan di xizmeta gelê Sûrî û doza wî de, û got ku Hevbendî kar ji bo dabînkirina sîwaneke rewa ji sendîkeyan re dike, da damezrandina sendîkeyan li ser bingeha yasayî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî