Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek li gel Sendîkeya Karmendên Komîteya Hecê lidar xist, û pêre behsa rêçên yekrêziya kesên xwedan heman pisporiyê di hinder saziyekê de ji bo hêsankirina têklî û kar û yekrêziya karînên gengaz kirin, û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan di Hevbendiyê de Ebdilmecîd Berekat û nûnerin Sendîkeya Karmendên Hecê amade bûn.
Û Karmendên di Sendîkeya Karê Hecê de, tekeziya xwe li ser miqatebûna xebata di bin sîwana Hevbendiya Niştimanî Sûrî de kirin, û amedebûyan nerîna Sendîkeyê di doseya Hecê de ji bo ku mafê xebatkaran misoger bibe gengeşe kirin, her weha kar li ser pirojeyên teybet bi karmend û rêvebiran li rex karê Komîteya Hecê bibe, daku rewşa wan baş bike.
Û ev xebat beşek ji guhdna Hevbendiya Niştimanî ye bo komkirina karîn û yekkirina beşên berçav ji civaka Sûrî li hundir û derve di nav çarçoveyeke civakî û yasayî û sendîkeyî de, bi armanca sûdwergirtinê ji komkirina karîn û pisporiyan, her weha hevnaskirin û hevkarî ji bo hêsankirina xizmetkariyê ji wan û civakê re.
Tê zanîn ku Sendîkeya Karmendên Hecê ji Desteya Giştî pêk tê, û ew jî Encûmena Sendîkeyê berbijêr dike, û hilbijartinan li gorî projeya pêşkêşkirî çêdike, û xwediyê pirojeyê bêhtir dengan bîne rêveberiya sendîkeyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî