Tîma Sûrî di Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de, civîna xwe ya rolane bi amadebûna bêhtirîn Endamên komîteyê lidar xist, û amedebûyan doseyên Komîte li ser kar dike berçav kirin, û pirsên girêdayî Sûriyên li Tirkiyê dijîn û di serî de rewşa wan ya aborî û karê ji bo çakkirina wê rewşê gengeşe kirin, her weha doseyên Komîte têde serkeftî û çare jê re di dema bûrî de bi hevkariya aliyê Tirkî dîtine berçav kirin.
Û amedebûyan tekez kirin ku Komîte rolekî awarte di dema bûrî de di riya çareserkirina hejmareke mezin ji pirsgirêkên yasayî yên penaberên Sûrî li Tirkiyê lîst, û tekezî li ser bêhtirkirina kar di dema dahatî de kirin, daku rewşeke yasayî ya durist li ser tevaya astan li ser tevaya xaka Tirkiyê pêk were.
Û civîngeran tekezî li ser zêdekirina hevrêziyê li gel aliyê Tirkî û berfirehkirina çarçoveya têkliyan pê re di tevaya aliyên têkildarî Sûriyên li ser xaka Tirkiyê dijîn û di serî de tevlîbûna Sûriyan di nav civaka Tirkiyê de kirin, daku tûjbûna helmetên nijadperestî yên di riya mediya civakî re dijî Sûriyan çêdibin sivik bikin, ew nijadperestên di riya wan helmetan re dixwazin biratiya Sûrî û Tirkî ji hev bixin, û Komîte bi hevkariya li gel Hikûmeta Tirkî li hember wê helmetê disekine, û tekezî li ser dîrok û çanda heveş yaku herdû gelên Sûrî û Tirkî yên bira têde beşdar kirin.
Tê zanîn ku Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi pêşxeriya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Wezareta Navxwe ya Tirkî bi armanca şopandina karûbarên penaberên Sûrî li Tirkiyê û çareserkirina rewşên wan hate avakirin, piştî hevdîtinekê di navbera Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde û Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleiman Soylu di 24/7/2019an de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî