Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî Cîgirê Serokê Emrîka, Serokê Encumana Senatoran, Michael Pence, û Wezîrê Derve Michael Pompeo, kir, derbarê îmzekirina rêkeftinan li gel Milîşeyên PYD yên terorîst, ji ber ku metirsiya wê li ser yekbûna xaka Sûriyê û serweriya wê heye.
Û Elherîrî di nameya xwe de got ku “em wek nûnerên rewa yên gelê Sûriyê, vê gavê şermear dikin, ji ber ku ew destdanîneke eşkere ye li ser samanên gelê Sûriyê”.
Û tekez kir ku ne ji mafê PYDe ye samanên xwezayî yên Sûriyê belav bike, û cext kir ku ev jêderên darayî yên gelê Sûriyê ne.
Û bal kişand ser metirsîdariya vê pêngavê, û got ku rawestana li kêleka desthilata defacto, ew desthelata demkî ya ji encamên rewşa cengê peyda bûye, dibe ku bighê asteke metirsîdar li ser tevna civakê li deverê, û hişyarî da ji pêşveçûna vê bûyerê berve nakokiyeke çekdar di navbera pêkhatên deverê de, û ew jî dê bibe sedema bêserûberiyeke metirsîdar.
Û Serokê Hevbensiya Niştimanî, ji Hikûmeta Emrîkî daxwaza dubarekirina nerînê di vê rêkeftinê de kir, û tekezî li ser baweriya Hevbendiya Niştimanî bi pabendiya Hikûmeta Emrîkî bi şerê dijî terorê û dabînkirina aştiyê li deverê û piştgiriya doza rewa ya gelê Sûriyê kir.
Û tekezî li ser girîngiya gihîştina çareya siyasî ya bi temamî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên pêve girêdayî tevî biryara Encûmana Ewlekarî 2254 kir, daku hêviyên gelê Sûrî pêk bîne, û bihêle penaberên Sûrî vegerin welatê xwe, û ji kok de çareya kêşeya mirovahî li Sûriyê misoger bike.
Û Elherîrî rola Emerîka wek hevalbendekî cihê baweriyê ji şoreşa gelê Sûriyê re biqencî anî ziman, ji ber ku Emrîka dostekî dilsoz e û piştgirekî rasteqîn e ji gelê Sûriyê re di xabata wî ya rewa ji bo azadî û rûmet û dadweriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî