Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Yasir Elferhan, tekez kir ku zagona Milîşeyên PYD derbarê rêvebirina malûmilkên kesên neamade, hewildana rewakirina destdînana ser malûmilkên xelkê ye, daku di dema neamadebûna xwediyên wan milkan de bikar bîne, û bal kişand ku “Ev yasaya ji bo bêparkirina neamadeyan derketiye, ne ji bo parastina mafê wî ye, yan jî lêvegerandina milkî wî ye”.
Û Elferhan di daxuyaniyên rojnemevanî de bal kişand ku Milîşeyên PYD di riya vê yasayê re wesayeta xwe bi zorê li ser xwedanên mafan disepîne, di riya danîna kesinan ji aliyê xwe ve ku rêvebiriya wan malûmilkan bikin, bêyî pejrandina xwedanên wan malûmilkan, û got ku a resen û yasayî divê xwediyên malûmilkan hina jiber xwe ve destnîşan bikin, daku rêvebiriya malûmilkên wan bikin, û erkê desthilata defakto ew e ku rêzê li vîna wan bigre û malûmilkên wan biparêze.
Û dît ku madeya 10-19 ji yasayê nîyeta xwe eşkere dike ku maf bide komîteya rêvebir ji bo malûmilkên neamadeyan bi kirê bide an berhemînanê jê bike, di bin bihaneya xizmeta civakê de, û ew herdû made şêweyê nijadperestî di kiryarê desaleta defakto de li rojhilatê Feratê eşkere dike, di riya deqa xwe de yaku têde hatiye ku divê rêvebiriya malûmilkên Siryan û Asorî û Ermen ji aliyê hin nûnerên wan ve be, û bi rengekî beloq pêkhatên din piştguh dike.
Û eşkere kir û muhlet û rêçên xeberdanê û retkirinê di deqa yasayê de mîna madeyên wek wê yên ji aliyê rijêma Elesed di mersûma 66 û yasaya hejmar 10 de hatî derketin ne.
Û bal kişand ku madeyên 12 û 15 ji yasaya Milîşeyên PYD dighîne bendkirin û bêparkirina neamadeyan ji mafên wan di wergirtina berhemên milkên wan, û cext kir ew wek binpêkirineke beloq e ji mafên microvan re yên di peymanên cîhanî de hatine.
Û elferhan ji Netewên Yekbûyî daxwaza parastina belgeyên Navdewletî kir, her weha ji Hevpeymana Navdewletî daxwaza rawestandina pêşkêşkirina alîkariyê ji kesên tevlî binpêkirinên cengê û qirkirin û tewanên dijî mirovahiyê bûne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî