Milîşeyên PYD yên terrorist hîn li ser rêbaza tewanê di danûstandina li gel xelkê me li deverên Rojhlatê Feratê rijd in, her weha li Dêra Zorê, Reqa, Hesekê û Qamişlo, li her gund û bajarokên vî beşê xweşewîst ji welatê me Sûriyê.
Ji kontirola bi zora çekan ta koçberkirina kotekî û guhartina demografî heyanî sotandina berhemên çandinê û vehewandina nandozan ji çiyayê Qendîlê, û leşkeriya neçar ji xelkê deverê re tevî jin û zarokan, ta bighîne helmetên girtin û kuştina di bin îşkenceyê de, her weha talankirina samanên deverê, û şandina mekîneyên mayênkirî berve deverên sivîlan, û îdyolocîkirina rêbazên fêrkirin û perwerdeyê, ew gefeke bobelatî ye li ser tevna civakê, û vêxistina cengê di navbera pêkhatên deverê, ya ku ger pêket tiştî nahêle.
Û tiştê dawiyê van Milîşeyan ew yasaya derbarê malûmilkên neamade derxistine, di hewlidaneke bo rewakirina binpêkirinên berdewam ji mafên niştecîbûn û milkîyetê re.
Em çavlirê ne ku kiryarên terroristî yên van milîşeyan û tewanên pêktînin eşkere bibin, yên ku dijî şerîetên asîmanî û zemînî ne, û her sincî û yasayan binpê dike.
Em di cengeke tal û bihêz de ne, dijî rijêma sitemkar desthilata partiya baas ya tekrew, û îro xelkên me li Cezîra Sûrî Rojhilatê Ferat, derdeseriyên heman kiryarên nijadperestî û şofînistî yên partiya Beis dikşînin, û heman kiryarên kotekî û ewlekarî yên şaxên asayîşên Elesed dibînin, û cudahî di vê katwara ew tê de dijîn di navbera Ereb, Kurd, Asorî û Tirkmana de nîne, û ne jî cudahî di navbera Misliman û Mesîhî û Êzîdî de heye, em naxwazin ev zordarî berdewam bike, û em ji dostên xwe hêvî dikin, bitaybet Emrîka, ku vîna wan li gel me û xelkê me be, di rizgarbûna ji van terorîstan de.
Û di dema vêxistina agirên siyasî û ewlehî û civakî yê ku ev rêxistina pêk tîne, û ji ber ku em wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî nûnerê rewa yên gelê Sûriyê ne, em daxwazê ji hevalbendên xwe Emerîka dikin, ku hêzên milîşeyên PYD yên terrorist biqewitînin, û deverê radestî encûmenên xwecihî yên bi ser Hevbendiya Niştimanî yên ji xelkê deverê û hêzên wê yên civakî û siyasî pêk tê bikin, daku deverê ji sînaryoyên herî pîs yên di riya kiryarên vê rêxistinê re xuya dikin bidin alî.
Û em amedebûyên xweyên temamî ji hevalbendên me û cîhanê re, di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Ofîsa Taybet bi Cezîre û Ferat di Hevbendiya Niştimanî re radighînin, û çi piroje û lêkolînên me yên amadekirî ji bo radestkirina rêvebirina deverê tênin ziman, û Encûmanekî Xwecihî nû têde ji xelkê wê ava bikin, û rêvebiriya samanan li gorî xêr û bercewendiya tevayan belav bikin.
Rûyên terorê li Sûriyê pirin, û rûyê rijêma Elesed û Milîşeyên mezhebî yên girêdayî Îranî û milîşeyên tundrew yên girêdayî Elqaîde û milîşeyên girêdayî rêxistina PKK eşkere bûye, û ji kesî nayê veşartin ku şerê gelê Sûriyê dijî wan rûyên çirkîn tevaye, ji ber çênabe ku terror ne kirêt be.
Em di şoreş û xebata ji bo azadîya gelê xwe û serfirazî û serxwebûna wî de berdewam in, û em tucarî texsîrê di xebatên ji bo dewleteka demoqrasî û azad a têde yasa û awlehî û geşbûna aborî hebe nakin, û rêberê me di vê de qurbaniyên gelê meyî gewire ne, yên ku pir kêm ti gelan comerdî tê de kirî, ji bo azadî û rûmetî.