Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Dr.Nesir Elherîrî, daxwaza rawestandina piştgirîya kiryarên terorîstî yê mîlîşiyayên PYD û derxistina wan ji deverê kir, û dever ji alîyê xelkên xwe yên xwecihî bête birêvebirin, di riya encûmenên xwecihî yên helbijartî re, yên ko di bin çavdêrîya Hevbendiya Niştimanî de, wek nûnerê rewa ji gelê sûrî re.
Û Elherîrî doh di gotareke televizyinî de got: “Em amedebûna xwe ya bitemamî ji bo rêvebirina deverê ji hevalbendên xwe û cîhanê re radighînin, di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Ofîsa Taybet bi Cezîre û Ferat di Hevbendiya Niştimanî de, her weha di riya çi piroje û lêkolînên me yên amadekirî ji bo rêvebirina deverê, û Encûmanekî Xwecihî nû têde ji xelkê wê ava bikin, û rêvebiriya samanan li gorî xêr û bercewendiya tevayan belav bikin.”Û hişyarî da ku derengmana di vê babeta metirsîdar de, dê deverê ber bi sînaryoyeke herî xerab de bibe, “ ya ku kiryarên vê rêxistinê nîşanên wê diyar dikin”.
Û serokê hevbendiyê hişyarî ji gurkirina metirsîdar ya ko mîlîşayên PYD yên terrorist li rojhilatî ferhatê dikin da, û got: “Ji kontirola bi zora çekan ta koçberkirina kotekî û guhartina demografî heyanî sotandina berhemên çandinê û vehewandina nandozan ji çiyayê Qendîlê, û leşkeriya neçar ji xelkê deverê re tevî jin û zarokan, ta bighîne helmetên girtin û kuştina di bin îşkenceyê de, her weha talankirina samanên deverê, û şandina mekîneyên mayînkirî berve deverên sivîlan, û îdyolocîkirina rêbazên fêrkirin û perwerdeyê”, û dawîtirîn kiryarên wê ew yasaya derbarê “Malûmilkên Kesên Neamade” bû, ji bo rewakirina binpêkirina xwe ya berdewam ji mafên bicîbûn û malûmilkan re, di gefeke bobelatî dijî tevna civakî, û kişandina deverê bo cengekê di nav pêkhateyan de “ ya eger pêkeve tiştkî nahêle”.
û Elherîrî tekez kir ko ev mîlîşîya di kok û kiryarên xwe de wek partîya baas û şaxên ewlekariyên Esed in, û bi rengekî şofînî serkutkirinê dijî tevaya pêkateyên deverê bi kar tînin, tu cudahîyê di wan kiryaran de naxe nav ereb û kurd û aşûriyan, û navbera misliman û xiristiyan û êzîdîyan de, û serokê hevbendiya niştimanî gotina xwe weha bidawî kir : “Em naxwazin ev stemkarî berdewam bike ” û got: “Em daxwazê ji hevalbendên xwe dikin û nexasim yên li Emerîkayê, ku viyana wan li kêleka me û xelkên me be ji bo rizgarbûna ji van terorîstan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî