Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civîneke awarte li gel Hevrêzkarên Rêvebirî û Ofîsên Komîteyan, îro duşemê, lidar xist, ji bo gengeşekirina kar û ber û astengiyên rûbirûyî şoreşa Sûriyê dibin, her weha pêşveçûnên siyaseta aloz li deverê bişopîne.
Û amadebûyan giringî dan doseya alîkariya penaberên Sûrî li libnanê piştî teqîna mezin ya li Beyrûtê çêbû, çi li ser asta bandorên aborî yên nerênî derbarê jiyana penaberan be, an derbarê mafên qurbanî û birîndaran be.
Û tekezî li ser pêwîstiya kar li gel Hikûmeta Libnanî û Rêxistinên Navdewletî û dewletên destpêşxerîyên xwe yên mirovahî li Libnanê hene kirin, û bal kişandin ser girîngiya şopandina doseya lêpirsînan ji bo misogerkirina mafên qurbaniyan û çareserkirina rewşa birîndaran.
Û civîngeran biryara metirsîdar yaku Milîşeyên PYD derbarê malûmilkên koçber û derbideran derxistiye gengeşe kirin, û dîtin ku ev yasaya pir dişibê yasaya hejmara 10 ya rijêma Elesed deraniye, her weha yasaya ji aliyê dagîrkerê Îsraîlî ve di sala 1950 de deketî, yaku bûye sedema destdînana ser malûmilkên gelê Filestînî.
Û tevayan li ser retkirina vê yasayê cext kirin, û dîtin ku ew wek rewakirinê ye ji destdînana ser malûmilkan, û malên xwediyên mafan bi kotekî birêve bibn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Hevrêzkarên Ofîs û Komîteyan gengeşeyên navdewletî ji bo nûkirina biryara ji aliyê Netewên Yekbûyî ve derbarê qedexekirina çekan li ser Îranê berçav kirin, û eşkere kirin ku gelê Sûriyê qurbanê terora Îranî ye li deverê, ew jî ji ber destekên wê li Sûriyê di pêşî de rijêma Elesed û milîşeyên Pasvanên Şoreşger ên Îranî û Milîşeyln Hizbullah.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya danûstandina cidî ji hêla civaka navdewletî li gel Îranê û destekên wê li deverê kirin, û kar ji bo rûbirûbûna wê û standina çekên tevaya milîşeyên ku Îran piştgiriya wan li deverê dike, û berpisyariya gendelî û wêrankirina dewletên deverê têxin histê wan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî