Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û mafên mirova, di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, di rapora xwe ya dawî de, diyar kir ku di heyva bûrî de li ser destê rijêma Elesed û milîşeyên PYD li bakurê Sûriyê 46 kes şehîd ketin û 190 kes jî birîndar bûn.
Û raporê bal kişand ku di nav qurbaniyan de 10 zarok û 4 jin hebûn, û di nav tevaya qurbaniyan de, rijêm di ber kuştina 10 sivîlan de berpisyar bû, û milîşeyên PYDe di ber kuştina 36 sivîlan de li bakurê rizgarkirî berpisyar bû.
Û raporê anî ziman ku hêzên rijêmê bajar û bajarok û gund 255 carî bi cûrbecûr cûreyên çekan di riya bombebarana cebilxane û mûşek û balefiran armanc kirin.
Û rapora rêvebiriyê got ku milîşeyên PYD deverên rizgarkirî bi 22 operesyonan armanc kir, bêhtirê wan di riya mayînên teqîner re bûn, û bal kişand ku milîşeyên PYD 3 komelkujî li cûrbecûr deverên bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîne.
Û rêvebiriyê di rapora xwe de cext kir ku binpêkirinên hêzên rijêmê û hevalbendên wê tewanên dijî mirovahiyê ne, ew jî dikeve doseya rijîma xûnmij, û rêvebiriyê tekez kir ku rijêm di tewana girtina kotekî û îşkencekirina rêbazkirî de derbarê bi hezaran Sûrî di girtîgeh û zîndanan de berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî