Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî wek beşekî ji zincîreke ji civînên li gel partî û tevgerên siyasî Sûrî, civînek li gel rayedarin ji şepêla niştimanî sûrî ya nûner di Hevbendiyê de lidar xist, ji D.Îmadeldîn Reşîd, D. Hesan Şelebî û D. Mihemed Wefe Rîşî û D. Ebdulselam Elşqêrî her weha nûnerê şepêlê di Hevbendiyê de D. Bedir Camos pêk dihat.
Û mijara hevdîtinê rola şepêl û partiyên siyasî di çarçovekirina gelê Sûrî di hundir kiyanên alîkar di vegerandina jiyana siyasî li Sûriyê bû, ji ber ku ji dema hatina partiya Elbeis ser desthilatê li Sûriyê, hejmarek ji nifşên welêt dûrî jiyana piralîbûna siyasî bûn, û ji bilî hukimdariya yekpartîyê li Sûriyê nedîtine.
Û civîngeran behsa xurtkirina rola saziyên siyasî li Sûriyê û pêkhatên Hevbendiyê di riya xurtkirina karê civakî û handana ciwanan daku tevlî karê siyasî û karûbarê giştî bibin kirin.
Û civênê dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî nemaze tiştê li devera Elcezêrê û rojhilatlê Ferêt dibe ji zêdegavî û gurkirinên dijî xelkê deverê bi hemû pêkhatê wê ve gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî