Wek beşekî ji çalakiyên komîteya Elcezîre û Elferat, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek awarte li gel hejmarek ji lêkolînerên Sûrî ji xelkên devera rojhilatê Sûriyê û hin kesên guhdanê didin lêkolînên doseya Sûrî lidar xist, û bi wan re behsa ketwarê deverê û pêşeroja wê di çarçoveya doza Sûriyê de kir.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî û Cîgirê Serokê Hevrêzkarê Komîteya Elcezîre û Elferat Uqab Yehya, û Cîgira Serok Roba Heboş, û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî amade bûn.
Û amadebûyan pirsgirêkên devera Elcezîre û Elferat û xwepêşandanên nerazîbûnên gelêrî piştî kuştina Elşêx Miteşer Elhifil çêbûne gengeşe kirin, û li ser nexşeya hêzên xwecihî yên li deverê belavbûyî û kartêkerên navdewletî û herêmî axifîn.
Û tekez kirin ku çênabe çarekirina doseyên devera Elcezîrê û Elferat dûrî nerîna Niştimanî bi temamî be, û cext kirin ku ev dever beşek ji Sûriyê ye, û nayê perçe kirin, her weha behsa retkirina pirpjeyên wek fedralîzim û dabeşkirin û perçekirina deverê kirin.
Û herdû aliyan hejmarek ji pêşniyaran berçav kirin, daku di qonaxa dahatî de kar li ser bibe, ji bo yekîtiya xaka Sûeiyê û mafên tevaya pêkhatên deverê biparêzin, û kar ji bo vegerandina koçberan bo deverên wan da rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin bibe.
Û herdû aliyan tekezî li ser berdewamiya têklî û hevrêziyê ji bo şopandina kar ê pêşvebirina pêşniyaran kirin, her weha lidarxistina workşopên kar ji bo gihîştina temînî û encamên piratîkî ji bo cîbicîkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî