Serokê Encûmena Niştimanî ya kurdî Îbrahîm Biro îro roja duşemê 08-05-2017 ligel nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê kom bû, bi amadebûna berêzan Fêsel Yûsif û Ni’hmet Dawid û Silêman Oso, endamên nivîsîngeha pêwendiyên derve ya ENKSê.
Di hevdîtinê de behsa dîdargeha şêwirdariyê ya li Qahîra hate kirin, û serokê ENKSê diyar kir ku ew li wê dîdargehê amade bû, ya hatî lidarxistin bi dirêjehiya du rojan bi amadebûna bêhtirîn firaksyonên opozisiyonê li hindur û derveyî Sûriyê, û têde bi awayekî giştî behsa rewşa Sûriyê û bûyerên li ser qadê û dîmenên hikumraniya nû li Sûriyê hatin kirin.
Biro bal kişand ku dîdargeh cihê bayexdanek navdewletî bû, tevî amadenebûna Amerîka û Rûsiya.
Herwiha Biro tekez kir ku her tiştên hatîn behskirin di daxuyaniya dawiyê de nehatin, bi tenê ew tişt hatin yên rêkeftin li ser wan hat kirin, tevî hatina benda girêdayî bi çareseriya doza kurdî ligor belgenameyên navdewletî.
Ji aliyê xwe ve, Fêsel Yûsif endamê pêwendiyên derve yê ENKSê hat li ser behsa kongirê Astana û biryarên wê û navçeyên hatîn destnîşankirin ji bo sivikkirina barê dijîtiyê li Sûriyê, û tekez kir ku ENKSê alîgiriya rawestandina xwînrijandinê dike li her bosteka Sûriyê ji bo sivikkirina bargiriniya li ser pişta gelê Sûriyê.
Yûsif bal kişand ku navçeyên kurdî nehatin di nav navçeyên sivikkirina dijîtiyê de, ji ber ku hîç şer di navbera Rijêmê û PYDê de nîne.
Jêder: beşê kurdî yê ofîsa ragihandina Hevbendiyê