Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa û şandê pêre, bi gereke meydanî li ser bajarokê Elraî li devera mertala feratê bakurê sûriyê rabû, û serdana dergehê Elraî û encûmana xwecihî û nexweşxana bajarok kir.
Û ev di çarçoveya gera şopandinê de hat, yaku serokê hikûmeta sûrî ya demkî ji bo şopandina karûbarê giştî li deverên rizgarkirî pê radibe, daku li ser saziyên xizmetguzariyê raweste.
Û di gera Serokwezîr de, Wezîrê Berevaniyê Lîwa Selîm Idrîs û Eqîd Mihyîdîn Elhermoş Wezîrê Navxwe, û Wezîrê Rêveberî û Karûbarên Herêmî, Mihemed Saîd Silêman, û Wezîrê Tenduristiyê Meram Elşêx û Wezêrê Dadê Ebdullah Ebdulselam, û Emîndarê Giştî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Faiz Nabî, û Berpirsê Têkliyên Derve Yasir Elhecî beşdar bûn.
Û serokê hikûmetê û şandê pêre avahiya nû li dergehê sînorî yê Elraî û rewşa birêvebirina karê lê dibe şopandin, û dûvre serdana encûmana bajrokê Elraî û odeya bazirganiyê û avahiya nû li encûmana bajarok kir, û guhdarî pêdviyên pêwîst yên divê ku hikûmeta sûrî ya demkî dabîn bike kir.
Her weha serokê hikûmetê serdana nexweşxana Elraî li bajarok kir, û li amadekariyên pêwîst û hewcedariyên nexweşxanê herweha astengiyên dikevin riya kadroyên bizîşkî de guhdarî kir, û bal kişand ser giringiya ku nexweşxane herdem amade be ji bo pêşwaziya nexweşên vîrosa korona.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî