Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Doctor Nesir Elherîrî, beşdarî di komcivîneke diyalogî ya ku Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ya Tirkî “Orsam” li Enqera paytext lidar xist, û giringî di gengeşiyên xwe de dan dawîtirîn pêşveçûnên Sûriyê, kir.
Û diyalog bi rêvebiriya Serokê Senterê D. Ahmed Oysal lidar ket, û Oysal tekezî li ser girîngiya pêkanêna aramiyê li tevaya deverê û Sûriyê û rola Hevbendiya Niştimanî û nerîna wê ji pêşeroja Sûriyê re û gihîştina çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 kir.
Û Elherîrî bal kişand ku tiştê li Sûriyê dibe û derdeseriyên gelê Sûrî, ji ber ku vîna Navdewletî tune ye ji bo tiştê gelê Sûriyê ji bo wî derketiye kolana dabîn bikin, û tekez kir ku ger ew daxwazî bicî hatibana dê ev kabûsê li ser sînga gelê Sûrî ji deh salan de bidawî hatiba.
Û eşkere kir ku di dema dawî de pir pêşketinên girîng çêbûn, û bandorên xwe li ser terezûya hêzên herêmî û navdewletî hiştin, her weha li ser rewşa sitratîcîk a doseya Sûriyê, û got ku di wê navberê de welat pir operasyonên cûrbecûr dîtin, û pişta rêxistinên terrorist wek Dais û Elqaîde yên rijêmê û piştgirên wê ew bikar tanîn ji bo şêwandina wêneyê şoreşa Sûriyê hate şikandin.
Û ew bûyer çarçove kirin bi têkçûna aborî ya bilez yaku li Sûriyê qewimiye û nemaze li deverên rijêmê, û nakokiyên di nav malbata Elesed û aliyên çete yên Hukimdar de çêbûn, her weha karên mezin yên di riya operasyonên hevbeş di navbera Artêşa Niştimanî Sûrî û Artêşa Tirkiyê de, yaku hişt rol û qebareya milîşeyên PYD biçûk bibe, her weha tiştên di pey re hatine, wek derketina Yasaya Qeyser a ku rijêm ji têkliyên navdewletî bêpar kir, û hişt ku ew di aloziyên li dû hev de bijî.
Û got ku em îro di rewşeke nû de dijîn, û wê rewşê nehêşt rijêm û piştgirên wê çareya leşkerî ya xûndar bisepînin, an pirojeyên xwe li ser gelê Sûriyê ferz bikin, û tekez kir ku çareseriya siyasî wek navnîşan heye, lê rastî ew e ku ti çareya siyasî ya li Sûriyê nehatiye dîtin.
Û got ku aliyê siyasî yê din anku rijêm, ne amade ye ji çareya siyasî re, ji ber ku wê tevaya hewlidanan ji kar xistin, û cext kir ku ti atmosfereke babetî ji çareya siyasî re nehatiye amadekirin.
Û got ku heyanî hin alî piştgiriya ramana çareya leşkerî dikin, gengaziya gihîştina çareya siyasî hîn di astengiyê de ye di dema niha de.
Û Elherîrî tekezîya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li ser çareya siyasî ya bi temamî tev cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û cîbicîkirina herdû biryarên Encûmana Ewlekarî 2118 û 2254 diyar kir, di riya piroseseka Navnetewî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî, ji bo gihîştina veguhêza siyasî ya rasteqîn li Sûriyê.
Û eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze dozên mirovahî li ser zemînê çareser bibin, û di serî de doseya girtiyan, û damezrandina hukimdariyeke durust û bi temamî ji hemû pêkhateyan re, û ne mezhebî be, li gorî di biryarên navdewletî de hatiye, her weha beşdariya di danîna destûrekî nû ji welêt re, û pêkanîna daxwazên gelê Sûrî yên ji bo wan bihayekî pir nirxdar daye, û paşre pêkanîna hilbijartinên perlemanî û yên serokatiyê bi serpereştiya Netewên Yekbûyî .
Û dît ku çi çare li Sûriyê di riya çareserkirina pirsa dîktatoriya Beşar Elesed û rijêma wî re ye, û danîna stûnên demoqrasî û geşepêdan û azadî û rûmetê li seranserî welêt.
Û daxwaz ji tevaya dewletên dost û birayên gelê Sûrî kir ku vê rastiyê ji Rûsiya re bêjin, û tekezî li ser bidawîkirina desthilata sitemkar û avakirina hukimdariya veguhêz kir, û got ku ger Rûsiya û aliyên navdewletî xwestin piştgiriya çareya siyasî bikin, ji wan tê xwestin ku ji van du xalan de dest pê bikin.
Û tekezî li ser avakirina desthilateke veguhêz û jîngeheke ewle û bêalî ji Sûriyan re kir, daku penaber vegerin warên xwe û bihêle girtî werin berdan, û rê li pêşiya danîna sendoqên hilbjartinê xweş bibe, daku welatiyê Sûrîyê karibe dengê xwe bêyî desttêwerdanên ewlehî an leşkerî bide, ji bo hilbijartina kesên nûnertiya wî dikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa devera rojhilatê Ferêt axifî, devera ku rêxistinên terrorist dest dane ser, û doseya şerê Daiş wek bihane bikar anîne, û bi wê piştgiriya leşkerî û diravî bi dest xwe ve anîne, û bal kişand ku ev mîlîşeyan ji civaka Sûriyê biyan in, û pirojeya wan cudayî pirojeya Niştimanî ye.
Û diyar kir ku devera Rojilatê Ferêt di dema dawîn de pêşketinên lezgîn û xerab dîtin, ji sepandina rêbazên fêrkirinê yên îdyolocî ta bighêje armanckirina sembol û rayedar û şêxên eşîrên Ereb, her weha îmzekirina rêkeftinên petrolê weke derketineke tam ji serweriya Sûriyê û îradeya niştimanî sûrî, û dît ku ew milîşya danpêdan bi wan nabe di îmzekirina rêkeftinan de.
Û berdewam kir û got ku dawîtirîn wan pêşveçûnan derxistina yasaya hejmar 7 bû, yaku di riya wê re hewil didin dest deynin ser malûmilkên derbider û koçberan, û zelal kir ku tevaya tiştên ku ew dikin ji bo ku perçekî ji Sûriyê cuda bikin, dûrî şoreşa gelê Sûriyê û qurbaniyên wê.
Û Elherîrî pêşhatên pirosesa siyasî û amadkariyên beşdariyê di karê Komîteya Destorî Sûrî de, ya li ser daxwaza Nûnerê navnetewî bo Sûrîyê, Gere Pederson, di 24ê Tebaxê de li gorî xiştekara xebatê ya li ser hatiye lihevkirin berçav kirin, û behsa derfetên berdewamî û serkefitina wê kir.
Û tekez kir ku derfetek hêzdar û guncaw heye ji bo zêdekirina hevrêziyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Tirkî de, her weha wê û dewletên dost ji bo parastina deverên rizgarkirî û birêvebirina wan bi awayekî durust, da ew yek bibe alaveke fişara rasteqîn û kartêker, ji bo çareya siyasî, û amûr be, ji bo parastina yekîtiya Sûriyê û serxwebûna xaka wê, û weke nimûneyeke li pêş be li pêşiya cîhanê di rêvebirina vê deverê de, her weha pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji sivîlan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî