Komîteya Başûr di Hevbendiya Niştimanî de, duh sêşemê êvarî, civînek ji dûr ve lidar xist, têde ketwarê devera başûr û pêşdeçûnên li wir nemaze hewildanên Îranê yên belavbûna li wê deverê gengeşe kirin, û civîn bi amadebûna Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yehya û Endamên Komîteyê lidar ket.
Û amadebûyan bi awayekî berfireh û hûrgilî rewş û pêşveçûnên devera başûr bi her sê parêzgehên Elsiwêda û Deraa û Elqinêtira, û hewlidanên Îran û Milîşeyên Hizbullah yê terrorist û asayîşên rijêmê bo çêkirina nakokiyan di nav pêkhateyên deverê de û çêkirina milîşeyên nû û hewlên destdanîna ser deverê berçav kirin.
Û Endamên Komîteyê behsa rewşa civakî û jiyana dijwar li Elsiwêda û Deraa û Elqinêtira, di dema negijhîştina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê, nemaze piştî rawestandina gihîştina alîkariyan di riya Urdinê re kirin.
Û Endamên Komîteyê li ser tiştê li devera Elcezîre û Elfurat dibe axifîn, û tekez kirin ku ew beşekî nayê perçekirin ji Sûeiyê, û cextî li ser piştgiriya xwe ya temamî ji mafê nişteciyên resen di rêvebiriya deverên xwe de bi xwe û tevgera gelêrî ya berfireh li deverê kirin.
Û Komîteyê hejmarek ji temînî û pêşniyaran ji Hevbendiyê re pêşkêş kirin, daku veguhêze alî û saziyên navdewletî ji bo dabînkirina piştgiriya pêwîst, li ser asta alîkariyên mirovahî û hawarçûnê, nemaze di dema belavbûna Vîrosa Korona de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî