Desteya Siysî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya doctor Nesir Elherîrî lidar xist, û encamên karê Komîte û Ofîs û Rêvebiriyên Hevbendiyê û serdana ku şandeya Hevbendiya Niştimanî li Enqerê pê rabûye berçav kirin.
Û Elherîrî şiroveyek derbarê pêşveşûnên meydanî û siyasî pêşkêş kir, û di destpêka axaftinê de binpêkirin û tewanên milîşeyên PYD li deverên di bin kontirola wan de pêktên şermezar kirin, û nerazîbûna xwe li ser yasaya hejmar 7 a ku metirsiya wê li ser malûmilkên penaber û derbideran heye anî ziman.
Û Elherîrî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî peywend bû li gel dewletên têkildar bi karûbarê penaberan, û ji wan re eşkere kir ku ev yasa dişibe yasaya hejmar 10 yaku dê nehêlibe penaber û koçber vegerin.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî niha dirame ku nameyeke giliyê ji Netewên Yekbûyî re li ser kampaniya ku rêkeftina biderxistina betrolê bi wan milîşeyan re îmze kirîye bişîne, û tekez kir ku ew binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, ji ber ku milîşeyên PYD ti desthilata wan ya rewa nîne û rêkeftinên pê re betal in.
Û amadebûyan amadehiyên ku Nûnerên Desteya Danûstandinê di Komîteya Destûrî ya Sûrî de pê radibe û amadekariyên rûniştina sêyemîn yaku dê di 24 vê heyvê de li gorî xiştekara li ser lihev kirine lidar bikeve gengeşe kirin, û tekez kirin ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriyê dide karê Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî, daku bi encamin berçav derkeve, nemaze di naverokên destûrî de, ne tenê di xalên rêşûnî de.
Û Elherîrî di civînê de got ku di navbera vê demê de hevdîtinên me yên me berê destpêkiribûn bi pêkhatên di hundir Hevbendiya Niştimanî de re hatin domandin, bi armanca hevrêzîya berdewam û beşdarkirina tevaya pêkhatan di pilana Hevbendiyê û pirogramên wê de.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî di dema bûrî de pêwendiyên çalak li gel hejmarek ji dewletên Ereb û Herêmî û Navdewletî pêkanîn, û got ku me zaniyarî derbarê pêşhatên siyasî û meydanî û astengiyên gelê Sûriyê rastî wan tê dan tevaya dost û hevalbendan, û tekez kir ku Hevbendî dixebite û hemû karînê xwe dike, ji bo fişarê li rijêmê bike, daku nehêle tiştê ku niha rijêm pê radibe bike, çi li ser asta operasyonên leşkerî an di warê astengiyên dixe pirosesa siyasî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser zincîra hevdîtinên Hevbendiyê li gel Wezareta Derve ya Tirkiyê û hejmareke ji saziyên Tirkîyê ji bo berfurehkirina xeleka têgihiştina ji hev axifî, û hûrbînî dan ser deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, û rêçên xurtkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û çareserkirina kêmasî û zeftkirinê ji aliyê hêminiya ewlehî û jiyana aram, her weha berfirehkirina desthilata Hikûmeta Demkî û Wezaretên wê yên cûrbecûr daku bighêjin serdariyeke cîbicîkirinê ya yekbûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî