Bi temîniya Wezareta Bergiriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de, korsekî mafnasî lidar xist, bi armanca bilindkirina asta hişyariya mafnasî li ba efser û şervanên Artêşa Niştimanî ji bo zanîna yasaya navdewletî û mirovahî û rêkeftinên navdewletî yên pêve girêdayî, û 100 kes tê de beşdar bûn.
Û ev jî di nav zincîreke korsan de tê, yên ku Rêvebiriya Perwerdeya Drûnî di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de bi hevkariya li gel beşê Rêberiya Perwerdhî û ofîsa hevrêzî û şopandinê cîbicî dike, û bi serpereştiya zana û rahênerên pispor bi yasaya navdewletî ya mirovahî de, di bin navnîşana: “De em pev re pabendiyê bi yasaya navdewletî ya mirovahî bêhtir bikin”.
Û xula yekemîn duh çarşemê li yek ji baregehên Feyleqa Duyem dest pê kir, û li gorî xiştekara demî ya hatiye danîn, dê li tevaya leqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û yekîneyên wê yên cûrbecûr pêk were.
Û ev kors alîkariyê didin Hikûmeta Sûrî ya Demkî di cîbecîkirina pilanên wê di xurtkirina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî, û dê rê li pêşiya zêdegaviyên tekane bigre, û yekrêziyê di nav endamên Artêşa Niştimanî û derdora wê ya gelêrî de zêde bike.
Û ev kors karê ji efser û şervanan tê xwestin zelal dike,û têgihîştina wan ji hukmê yasa û serweriyê re diyar dike, û mafên mirovan diparêze, li gorî sincên Artêşa Niştimanî û pirensîpên wê, her weha Artêşa Niştimanî wek saziyeke leşkerî ya pispor dûrî rewşa girûpên ji hev cuda bihêz dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî