Dezgehên ewlekarî yên rijêma Elesed hîn di siyaseta binçavkirina kotekî di girtîgeh û zîndanên xwe de berdewam in, û tevî belavbûna metirsîdar ji Vîrosa Korona re, wan di girtîgehên ne tenduristî de dicivîne, di dema ku welat bi giştî û Şam bi rengekî taybet hejmareke metirsîdar ji pêketiyan lê hene.
Û Komelgeha Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê di dawîtirên raporên xwe de derbarê binçavkirinên kotekî ji penaberên Filestînî re di zîndanên rijêmê de, anî ziman ku wê 252 penaberên Filestînî yên bi kotekî hatine binçavkirin ji xelkên Kampa Elyermok başûrê Şama paytexta Sûriyê belge kirine, di nav de 227 mêr û 25 jin in.
Û Tîma Şopandin û Belgekirinê di Komelgeha Kar de li Sûriyê, diyar kir ku ew 252 kesên girtî li deverên cûrbicûr hatine girtin, 125 jê li kampa Elyermok, 9 li taxa Eltedamun, 7 li taxa Elzahîra li Şamê, 7 li bajarokê Yelda, 4 li devera Elseyîde Zêneb û 4ên din li kampa Elhusêniyê hatin girtin, û yên dîtir jî li cûrbrcûr deverên Şamê û gundewarên wê hatine girtin.
Û rapora Komelgehê bal kişand ku şaxên ewlekarîyê û asayîşên rijêmê navê girtiyên di zîndanan de vedişêre, ew jî dihêle ku zaniyariyên derbarê çarenûsa wan girtiyan ne pêkan be, ji bilî hin agahiyên biçûk yên ku her demekê ji kesên serbest dibin têne wergirtin.
Û berê jî Tîma Şopandin û Belgekirinê li ba Komelgehê karîbû 620 penaberê Filestînî yên di zîndanên rijêma Elesed li sûriyê ji sala 2011an de ji ber îşkenceyê cane xwe jidest dane belge bikira.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî