Hikûmeta Sûrî ya Demkî biryarek derxist, derbarê rêkarên ku divê li deverên rizgarkirî bibin ji bo rûbirûbûna Vîrosa Korona, û daxwaza pêwîstiya guhdana bi van rêşûn û temîniyên Wezareta Tenditustî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, ji bo nehêlana belavbûna Vêros li deverê.
Û biryara taybet bi rêşûn û rêkarên nehêlana belavbûna vîros ji 14 xalan pêkhat, têde tekezî li ser berdewamiya girtina xalên sînorî yên navxwe û sepandina bikaranîna welatiyan ji maskan re li cihên giştî û cezakirina yên pabendiyê bi wan rêşûnan nekin kir.
Û biryarê daxwaza pabendiyê ji kesên serdana xwaringeh û çayxane û gulistanên giştî dikin bi rêşûnên dûrbûna civakî kir, her weha hiştina dûrbûna mitir û nîvekê di navbera kesan de li bazaran, û tekezî li ser cîbicîkirina rêşûnên xweparastinê yên ji aliyê Wezareta Tendirustî û saziyên tendirustî derketine kir.
Û biryarê han da li ser pabendiya karmendên rêvebiriyên Hikûmetê û firoşkarên li bazaran û kesên serdana bazaran dikin û yên li cihên giştî dixebitin ku pabendiyê bi rêşûnên dûrbûna civakî bikin, û biryarê lidarxistina civat û metingên komeleyî qedwxe kir, her weha paşxistina çalakiyên wek zemawend û ahengên komelgehî yên dîtir ta demeke din.
Û daxwaza pabendiya bi temîniyên ji aliyê Wezareta Tendirustî û rêvebiriyên wê derketine derbarê rêçên xweparastinê ji vegirtina nixweşiyê kir, û sipartina cîbicîkirina rêşûnên ji aliyê Wezareta Tendirustiyê derketine bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî û hêzên ewlehî yên navxwe, û tekez kir ku Wezareta Tendirustî dê maskan bê pere ji welatiyan re dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî