Ofîsa Kar û Barê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, raporek derbarê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê di civîna desteya siyasî de pêşkêş kir, û bandorên teqîna Bendera Beyrûdê li ser rewşa penaberên Sûrî gengeşe kirin.
Û Hevrêzkara Ofîsê Emel Şêxo, eşkere kir ku Hikûmeta Libnanî bi bandora teqînê li ser asta Libnaniyan mijûl e, bêyî ku rewşa penaberên Sûrî li Libnanê berçav bike, tevî ku bêhtir ji 40 kesê Sûrî ji ber teqînê şehîd ketine.
Û Şêxo dît ku ev kiryar di demekê de çêdibin ku Hikûmeta Libnanî berdewam e di siyaseta xwe ya guhnedana pirsgirêkên penaberên Sûrî yên li Libnanê dijîn.
Û diyar kir ku desthilatên Libnanî 301 kes ji penaberên Sûrî yên li Libnanê bûn, koçî deverên rijêmê kirin, û ev yek dijî yasayên navdewletî û mafên parastibna penaberan yên di biryarên navdewletî de ne, û wan tûşî metirsiya girtina li ser destê hêzên rijêmê û binçavkirina kotekî û îşkencekirina ta mirinê dike.
Û bal kişand ser berdewamiya dijwariya bidestxistina Sûriyan ji belgeyên rûnştina yasayî re li Libnanê, di riya alozîkirina rêşûnên biderxistina wan belgeyan, û bi ser de nahêlin penaberên li kampan dijîn ku konên baştir ava bikin, daku xwe ji lehî û berf û baranê biparêzin, û li ser wan ferz dikin ku di çadirên xwe yên kevin ên kêmtirîn pêdiviyên mirovahî lê tune ne de bimînin.
Û Şêxo daxwaza kar li ser avakirina jîngeheke yasayî ji bo parastina penaberên sûrî kir, di riya dîtina mîkanîzmin yasayî yên navdewletî an libnanî re, ji bo parastin û berevaniya di ber mafên wan yên yasayî de li gorî tevaya biryarên navdewletî.
Û daxwaza piştgiriya dozên pêwîst ji penaberên Sûrî re li Libnanê kir, herweha pêkanîna têkliyan li gel aliyên bexşkar û saziyên navdewletî, û dabînkrina gihîştina alîkariyên mirovahî ji kesên hewcedar ji penaberên Sûrî yên li libnanê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî