Hevbendiya Niştimanî Sûrî, bi amadebûna Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya mezintirîn şêwermendên Wezareta derve ya almanî bo karûbarê Sûriyê, Clemons Zemtner, kir, û sipasiya wî li ser hevkarî û hêvrêziya di dema karê xwe de pê rabûye di xizmeta bercewendiyên hevbeş ên herdû welatan de kir.
Û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola girîng a Almaniya di doseya Sûrî de li ser tevaya astan kir, nemaze piştgiriya pirosesa siyasî û gihîştina çareya siyasî ya rewa li gorî biryara 2254 û pêkanîna veguhestina demoqrasî.
Û Elherîrî bal kişand ser rola Almaniya û beşdariya wê ya mezin di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê ji hewcedarên li Sûriyê re, û beşdaeiya wê di Encûmana Ewlekariyê de bo nûkirina biryara gihandina alîkariyên mirovahî di riya dergehên sînorî re.
Û Elherîrî pesnê danûstandina Hikûmeta Almanî û Gelê Almanîya bi penaberên Sûrî yên li ser xaka wê dijîn re da, ji ber ku Almaniya hejmara herî mezin ji penaberên Sûrî piştî dewletên derdora Sûriyê pêşwazî kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Clemons Zemtner, tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ji piştgiriya doza gelê Sûrî di pêkanîna hêviyên xwe yên rewa di azadî û rûmetê de kir, her weha karê Hikûmeta Almanî li ser doseya cezakirin û lêpirsînê wek yek ji girîngtirîn doseyan bo gihîştina çareya siyasî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî