Wezîra Perwerde û Hînkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Huda Elebsî, ragihand ku encamên ezmûnên bekeloriya giştî bi herdû şaxên xwe yê zanistî û wêjeyî û yên bawernameya navencî derketin, û Wezîra Perwerdeyê xwendekarên serkeftî bi boneya derketina encaman pîroz kirin, û hêviya berdewamiya serkeftinê ji wan re xwest.
Û Wezîra Perwerde û Hînkirinê, eşke kir ku rêjeya serkeftinê di şaxê zanistî de gihîşte 68.74 %، her weha rêjeya serkeftinê di şaxê wêjeyî de gihîşte 54.75%, û rêjeya serkeftinê di bawernameya navencî de gihîşte 65.5%.
Û Wezîra Perwerde û Hînkirinê bal kişand ku encamên ezmûnan dê di riya lînkekî taybet li ser rûpela Wezareta Perwerde û Hînkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de belav bibin.
Û Wezîra Perwerdeyê, xweragiriya xwendekaran û sûrbûna wan li ser berdewamkirina bidestxistina zanînê tevê rewşa dijwar û bombebaran, wêrankirin, derbiderî, koçberkirin, awarebûn û tewanên rijêmê û binpêkirinên wê bilind nirxand, û bal kişand ku xwendekaran riya berxwediana bidestxistina zanînê bijartin, û di xwendina xwe de biser ketin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî