Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Sûrî di dana qurbaniyan de berdewam in, ji encama şûnmayên rijêmê di jiyan û pêşeroja xelkê de, çi di riya bombebarkirin û koçberkirinê re be, an di riya neçarbûna wan be ku li deverên di bin kontrola rijêmê de bijîn, di rewşa birçîbûnê de, di bin gefa girtin û işkenceyê de.
Nêzî 50 kesî, di zeviyeke bombeyên rijêmê de, doh, bûn qurbanî, dema hewil didan ji deverên di bin kontrola rijêmê ber bi deverên rizgarkirî de li gundewarê helebê birevin. Û agahiyên di nav destê me de diyar dikin ku 7 kesan ji wê girûpê ji encama teqîna bombeyan jiyana xwe ji dest dane, û kesin din birînfdar bûne, û hinan karîne bi zikxişkê xwe bighînin deverên rizgarkirî, û hin ji girûpê ketin destê milîşyayên rijêmê, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, saxbûnaeke zû ji birîndaran re dixwaze, di heman demê de hişyariyê derbarê derbasbûna di deverên ne ewle re dide, ji ber ew dever metirsî ne li ser jiyana kesên hewil didin tê re herin û malbatên wan û hevrêyên wan û her weha li ser jiyana kesên hewla rizgarkirina wan didin dema hewcedar dibin.
Ji bilî van metirsiyên bûrî, ev derbasbûn heye ku bibe faktera veguhestina nexweşiya korona û bibe sedema belavbûna wê li deverê û jiyana bidehên hezaran mirov têxe bin gefê de, û ev tê wateya ku divê mirov gelek tiştan bide ber çavên xwe dema hewla vê derbasbûnê bide.
Rewşa bobelatî li Sûriyê û feqîrî û fişarên berdewam, tevlî rewşa tenduristî ya vê dawiyê ji ber korona, sivîl gihandine rewşekê ku nema Karin têde bijîn, bimilyonan Sûrî di rewşeke bobelatî de dijîn, dihêle gelek ji wan jiyana xwe têxin metirsiyê de, û van metirsiyan ji jiyana di bin destê rijêmê de çêtir dibînin, di dema nebûna çi ronyeke çareyê de.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
14 tebax 2020