Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sersaxiya malbatên qurbaniyên Sûrî yên di dema reva ji deverên rijêmê berve deverên rizgarkirî li gundewarê Helebê canê xwe ji dest dane kir, û saxbûnaeke zû ji birîndaran re xwest.
Û Amûrên ragihandinê yên xwecihî nûçeyên kuştina 7 kesan veguhstin û gotin ku kesin din birîndar bûne, piştî derbasbûna wan di nav zeviyekî mayînkirî re, dema hewil didan ji deverên di bin kontrola rijêmê ber bi deverên rizgarkirî de li gundewarê helebê birevin, û got ku hinan karîne bi zikxişkê xwe bighînin deverên rizgarkirî, û hin ji girûpê ketin destê milîşyayên rijêmê, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, duh êvarî, hişyarî derbarê derbasbûna di deverên ne ewle re da, ji ber ew dever metirsî ne li ser jiyana kesên hewil didin tê re herin ya û malbatên wan û hevrêyên wan û her weha li ser jiyana kesên hewla rizgarkirina wan didin dema hewcedar dibin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku metirsî heye derbasbûna îro bibe faktera veguhestina nexweşiya korona û belavbûna wê li deverê û jiyana bidehên hezaran mirov têxe bin gefê de, û ev tê wateya ku divê mirov gelek tiştan bide ber çavên xwe dema hewla vê derbasbûnê bide.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku Sûrî di dana qurbaniyan de berdewam in, ji encama şûnmayên rijêmê di jiyana niha û ya paşeroja xelkê de, çi di riya bombebarkirin û koçberkirinê re be, an di riya neçarbûna wan be ku li deverên di bin kontrola rijêmê de bijîn, di rewşa birçîbûnê de, di bin gefa girtin û işkenceyê de.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rewşa bobelatî li Sûriyê û feqîrî û fişarên berdewam, tevlî rewşa tenduristî ya vê dawiyê ji ber korona, sivîl gihandine rewşekê ku nema Karin têde bijîn, bimilyonan Sûrî di rewşeke bobelatî de dijîn, dihêle gelek ji wan jiyana xwe têxin metirsiyê de, û van metirsiyan ji jiyana di bin destê rijêmê de çêtir dibînin, di dema nebûna çi roniyeke çareyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî