Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel şandek ji Rêxistina Asorî ya Demoqrat bi Serokatiya Serokê Ofîsa cîbicîkar di rêxistinê de Daoud Daoud û Nûnerê Rêxistinê di Hevbendiya Niştimanî de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdiehed Istêfo lidar xist.
Ev hevdîtin wek beşekî ji civînên rolane yên Hevbendiya Niştimanî ji bo xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziya li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên niştimanî yên di desteya giştî ya Hevbendiyê de hat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser girîngiya rola Hevbendiyê di rûbirûbûna qonaxên dijwar yên li pêşiya şoreşa Sûriyê axifî, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya civînan û berfirehkirina xeleka pêwendî û hevrêziyê kir, ji bo avakirina helwestên guncaw li gel nerîna nû yaku wê Hevbendiya Niştimanî di rojên dahatî de ragihîne.
Û amedebûyan binpêkirinên ku Milîşeyên PYD dermafê pêkhatên deverê pêk tînin gengeşe kirin, û cextî li ser pêwîstiya rabûna bi helmeteke diplomasî herêmî û navdewletî ji bo kişandina bala wan ser tiştên dibin kirin, û tekezî kirin ku Rojhilatê Feratê perçeyekî nayê perçekirin ji Sûriyê.
Û di civînê de behsa rewşa Serê Kaniyê li gundewarê Elhesekê hat kirin, û tekezî li ser pêwîstiya xwirtkirina kar ji aliylê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve, ji bo xweşkirina rewşa deverê, û misogerkirina ewlehî û aramiya wê kirin.
Û kesên civyayî li ser amadekariyên beşdariya di karê rûniştina sêyemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê di 24 tebaxê de li gorî xiştekara li ser li hev kirine axifîn, û Elherîrî tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ya temamî ji nûnerên Desteya Danûstandinan ya Sûrî di Komîteya Destûrî de re kir, û hêvî kir ku karê komîteya destûrî pêş bikeve, û naveroka karê destûrî were gengeşekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî