Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, hevdîtinek li gel Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyê li Îyaleta Gazî Entab, Balyoz Ednan Kecacî, lidar xist, û pêre pêşveçûna karê hevbeş û mîkanîzmên hevkariyê yên dikevin xizmeta têkliyên biratî û dîrokî di navbera herdû gelan de gengeşe kir.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya kar û xebatê ji bo piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, nemaze di pilana xwe ya cihê hêviyê bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û çespandina rêvebiriya hişmend li deverên rizgarkirî kir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî bal kişand ser kûrbûna têklyên di navbera herdû gelên Sûrî û Tirkî de di warên cûrbecûr de, û sipasiya xwe ji Hikûmeta Tirkî re li ser helwestên wê yên pak di parastina Sûriyan de, çi li ser xaka Tirkiyê be an li deverên rizgarkirî be pêşkêş kir.
Û Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyê tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya herdem, û herweha karkirina ji bo lidarxistina hevdîtnan di rojên dahatî de, ji bo pêşxistina karê hevbeş û hevrêzkirina karînan kir, û sipasiya Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser karên dibin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî