Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek li gel nûnerin Komelgeha Jinên ji Zindanîn Rijêma Elesed Rizgar Bûne lidar xist, û li dîdevaniyên wan û pirsgirêk û xwestekên wan guhdarî kir.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serkê Hevbendiyê Ruba Heboş û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî bo Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan amade bûn.
Û amadebûyan rewşa dijwar ya jinên serbestbûyî rastî wê tên û çare û pêşniyarên di vê çarçoveyê de gengeşe kirin, û wan jinên rizgar bûne hejmarek ji temîniyan ji Hvbendiya Niştimanî re pêşkêş kirin.
Û Elherîrî tekezî li ser girîngiya rola jinên rizgar bûne kir, û daxwaza berdewamiya kar ji wan kir, ji bo eşkerekirina tewanên rijêmê yên di zîndanan de û kiryarên hovane yên wek binpêkirineke mezin e ji Yasaya Navdewletî û Yasaya Navdewletî ya Mirovahî re.
Û eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di riya Rêvebirî û Ofîs û Komîteyeyan re kar bike, ji bo dengê jinên rizgar bûne bighîne alî û saziyên navdewletî yên têkildar bi mafên wan jinan, û diyarkirina kêşeya wan ji bo vegerandina mafên wan û cezakirina tewnbaran.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî jinên rizgar bûne han dan li ser gihandina dengên wan bi awayekî yekser û got ku jinên rizgar bûne bêhtir êşa jinên ta niha girtî ne fêm dikin, û ew dikarin raya giştî a navdewletî ji bo guhdana wan û serbestberdana girtîyan û bidawîkirina êş û azarên malbatên wan bilivînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî