Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu re li Baregeha Wezareta Derve li Paytexta Tirkiyê Enqerê li dar xist, û pêre pêşhatên meydanî û pêşveçûnên pirosesa siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan giringî dan pêwîstiya parastina rêkeftina agirbestê li deverên rizgarkirî, û nehêlana berdewamkirina rijêma Elesed ji binpêkirinan re dermafê mirovan.
Û herdû aliyan tekezî li ser gihîştina çareya siyasî li gorî Biryarên Navdewletî û di pêşî de Biryara 2254 kirin, û behsa amadekariyên dawîn ji bo lidarxistina rûniştina sêyemîn ji karên Komîteya Destorî ya Sûrî re li Cinêvê roja duşema dahatî kirin.
Û tekezî li ser pêwîstiya pêşketina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û derbasbûna hundir naverokên destûrî û ranewestana li cem gengeşeya tiştên rêşûnî kirin.
Û Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştgiriya welatê xwe ji Hevbendiya Niştimanî re di nûnertiya gelê Sûrî de bo pêkanîna hêviyên azadî û rûmetê û veguhestina demoqrasî nû kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî