Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro bîranîna heftemîn ya komelkujiya serdemê ya rijîma Elesed a tewanbar e, ya bi gaza sarîn wek çekekî kîmawî dermafê sivîlên Elgota Elşerqiyê sala 2013yan de pêk aniye.
Bîranîna vê komelkujiyê rastiya vê rijêmê û hevalbendên wê eşkere dike, her weha rastiya sîstema navdewletî yaku hişt ew komelkujî çêbibe, û berpisyarên komelkujiyê ji sizeyan rizgar bibin diyar dike, ta gihîştina asta ku derfetê li pêşiya tewanbar veke ku tewanên xwe dubare bike, bi eynî şêweyî an şêwyên din yên cûrbecûr bikar bîne, tevî ragihandina gefên vala û xêzên sor yên ku dewletên mezin tim dubare dikirin û soz pê didan.
Civaka Navdewletî rêvebirina vê tewanê bi riya radestkirina alavê tewanê û serbestberdana tewanbar kir, lê bûyeran bêhtir şermezariya derdora tewanê eşkere kir, û zû diyar bû ku ew gefxwarin tenê bi dev bûn, ji ber ku rijêmê di dû re çekên kîmawî bikar anîn, û di nav de gaza sarîn.
Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya di nîsana îsal de derketiye, tekezî li ser berpirsiyariya rijêmê di ber bikaranîna gaza sarîn de kir, wek binpêkirinekê ji biryara 2118 re, ya ku hewcedarî liveke navdewletî ye, di bin beşê heftan, li gorî naveroka madeya 21 ji biryarê.
Bîranîna vê boneyê dikeve roja 21ê tebaxê, ya heman roja cîhanî ya bîranîna qurbaniyên terorê û bilinnirxandina wan e, û îro 7 sal di ser tewana serdemê re derbas bû, û çar sal di ser komelkujiya Meerit Elneisan re, û bîranîna heştemîn a komelkujiya Dareya ya mezin e, a tê de bi sedan hatine kuştin, rojên Sûriyan bûne zincîrek ji bîranînên tewan û komelkujî û bobelatên ku rijêmê anîne ser welêt, û hîn jî derî li pêş kuştin û serkutkirin û koçberkirinê vekiriye.
Em careke din sersaxiya malbatên pakrewanan dikin, yên ku bêhtirê wan zarok û jin bûn, û em bi navê wan daxwaza veguhestina doseya van tewanan bo Dadgeha Tewanên Navdewletî û pêkanîna rêşûnên yekser ji bo rawestandina tewanên rijêmê û hevalbendên wê dijî gelê Sûriyê dikin.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
21 tebax 2020