Tîma Kar a Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civiya, û cezayên dawîn yên Amrîka li ser rijêma Elesed û kesayetiyên nû yên nêzîk serê rijêmê -Beşar Elesed- sepandine gengeşe kirin.
Û ev ceza di dema bîranîna heftemîn ya komelkujiya çekên kîmawî yaku rijêma Elesed li Elgota Eêşerqiye pêkaniye û ji encamê 1461 sûrî di nav de 437 ji û zarok hebûn bûne qurbanî hat.
Û Hevrêzkarê Tîmê Ebdilmecîd Berekat tekez kir ku derketina van cezayan di vê dîrokê de, vedengeke siyasî dide, û tekeziyê li ser dîrokîkirina komelkujiyên rijêmê dijî sivîlan dike.
Û bal kişand ku ev ceza kesayetên siyasî û leşkerî û rojnemevanên xwedan bandorên eşkere li ser kiryarên rijêmê armanc dike, nemaze derbarê astengkirina çareya siyasî û astengkirina agirbestê, û bal kişand ku lîsteyên cezeyan pergalê rijêmê di riya derbaskirina navê kesayetin ji serê rijêmê û rayedarin ji Partiya Elbeis armanc dike.
Û eşkere kir ku di riya hevdîtina dawîn re li gel Komeleya Berpisyara Cîbicîkirina Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Amrîkî de, tîma karê şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiyê de tekezî li ser hevrêzkarî û hevtemamkirinê di cezayên Amrîka û aliyên herêmî û navdewletî de kir, ji bo pêkanîna gavên wek wê di sepandina cezayan li ser rijêmê.
Û cextiyê li ser girîngiya zêdekirina guvaşê li ser kesayetên aborî yên ku rijêm xwe dispêre wan di reva ji cezeyan de dike.
Û Berekat tirsa Hevbendiya Niştimanî diyar kir ji rabûna rijêmê bi avêtina bandorên vê yasayê ser milê sivîlan, û bal kişand ku ewê debara jiyanê xerab bike, bi armanca ku behaneyan ji rêvebirina xwe ya pîs ji dahatên dewletê re û xistina wan dahatan di destê Rûsiya û Îranê de re derxîne .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî