Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke rawêjkarî li gel Serokê Hevbeş yê Komîteya Destorî Sûrî Hadî Elbehra lidar xist, berî çûna wî ya bajarê Cinêvê, ji bo ku di xebatên gera sêyemîn de yaku dê di roja duşema dahatî de dest pê bike beşdar bibe.
Û civîngeran amadehiyên dawîn yên ku nûnerên Desteya Danûstandinan ya Sûrî di Komîteya Destorî de pê rabûne gengeşe kirin, û Elbehra kaxez û doseyên ku wê di drûniştina dahatî de danûstandin li ser wan bibe berçav kirin.
Û bal kişand ku dê di gera sêyemîn de behsa pirensîp û bingehên niştimanî li gorî xiştekara li ser li hev kirine bibe, û eşkere kir ku gaveke baş e ji bo girîngiyê bidin naverokên destorî.
Û civîngeran behsa şiroveya dawîn ya ku Nûnerê Navnetewî li Sûriyê, Ger Pederson, li pêşiya Encûmana Ewlekariyê pêşkêş kiriye kirin, û Elbehra tekez kir ku ew xalin girîng hildigre ji bo kontrolkirina gengeşiyan di riya rêzikên rêşûnî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî