Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane lidar xist, tê de pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin, û Raporên karê Rêvebirî û Ofîs û Komîteyan berçav kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abd Albasst Abdullatif, şiroveyek derbarê pêşveçûna karê Desteya Giştî pêkêş kir, û behsa beşên vê dawiyê berfireh bûne kir, her weha behsa bidawîkirina amadeyên dawîn ji bo destnîşankirina nûnerin nû ji Hevbendiya Niştimanî re li hin Paytextên Erebî û Ewropî û Amerîka kir.
Û Ofîsa Girêdanên Leşkerî dawîtirîn pêşveçûnên leşkerî û meydanî berçav kirin, û eşkere kir ku rijêma Elesed û hevalbendên wê di pêkanîna tewanên cengê de berdewam in, wek binpêkirineke eşkere ji rêkeftina agirbestê re yaku di 5 adara borî de li bajarê Sotşî hatiye îmzekirin.
Û civîngeran amadeyên dawîn bo beşdariya Nûnerên Desteya Danûstandinan a Sûrî di gera sêyemîn ji karê Komîteya Destorî Sûrî li Cinêvê roja duşema dahatî li gorî xiştekarên xebata li ser lihev kirine gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî