Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cext kir ku bîranîna komelkujiya rijêma Elesed li Elgota Elşerqiyê ya berî heft salan pêk aniye, dîdevanê rastiya rijêma twanbar û hevalbendên wê ye, her weha dîdevanê sîstema navdewletî ye, yaku hişt ew komelkujî çêbibe, û tewankar ji cezayan rizgar bibin.
Û di daxuyaniyeke xwe ya îro derketî de, Hevbendiya Niştimanî got ku sîstema navdewletî derfet li pêşiya tewanbar vekir ku tewanên xwe dubare bike, û heman şêweyî an şêwyên din yên cûrbecûr bikar bîne, tevî ragihandina gefên vala û xêzên sor ên ku dewletên mezin tim dubare dikirin û soz pê didan.
Ev bîranîna heftemîn ya komelkujiya ku tê de rijêmê çekên kîmawî – gaza sarîn- di sala 2013yan de bikar aniye, di heman dema Roja Cîhanî ji bo Vejîna Bîranîna Qurbaniyên Terorê li Cîhanê tê.
Û Hevbendiyê got ku Civaka Navdewletî rêvebirina vê tewanê bi riya radestkirina alavê tewanê û serbestberdana tewanbar kir, lê bûyeran bêhtir şermezariya derdora tewanê eşkere kir, û zû diyar bû ku ew gefxwarin tenê bi dev bûn, ji ber ku rijêmê paşre çekên kîmawî bikar anîn, û di nav de gaza sarîn.
Û daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya di nîsana îsal de derketiye, tekezî li ser berpirsiyariya rijêmê di ber bikaranîna gaza sarîn de kir, wek binpêkirinekê ji biryara 2118 re, ya ku hewcedarî liveke navdewletî ye, li gor beşê heftan û naveroka madeya 21 ji biryarê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rojên Sûriyan bûne zincîrek ji bîranînên tewan û komelkujî û bobelatên ku rijêmê anîne ser welêt, û hîn jî derî li pêş kuştin û serkutkirin û koçberkirinê vekirî ye.
Û Hevbendiyê careke din sersaxiya malbatên pakrewanan kir, yên ku bêhtirê wan zarok û jin bûn, û bi navê wan daxwaza veguhestina doseya van tewanan bo Dadgeha Tewanên Navdewletî û pêkanîna rêşûnên yekser ji bo rawestandina tewanên rijêmê û hevalbendên wê dijî gelê Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî