Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyk ji 42 hikûmetên Dewletên Dost û Rêxistinên Navdewletî re şand, sebaret bi bîranîna heftemîn a kîmawî yaku rijêma Elesed dermafê sivîlên Elgota Elşerqiyê pêkaniye, û ji encamê 1461 sûrî di nav de 437 jin û zarok hebûn hatin kuştin.
Û Elherîrî bal kişand ku ev bîranîn di dema biryara Encûmana Cîbicîkar ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya di 9 tîrmeha 2020an di rola xwe ya 94 de tê, ya tekez dike ku rijêma Elesed hevkarî li gel Tîma Şêwermendî ya Navdewletî di Cîbicîkirina rêkeftinê de nekir, û pabendî bi ragihandina xwe derbarê têkbirina çekên xwe yên kîmawî nekir.
Û got ku encamên rapora yekemîn yaku li Lahay ji aliyê Tîma Lêpirsînên Navdewletî ya taybet bi destnîşankirina nasnameya kesên tewan bi çekên kîmawî li Sûriyê pêkanîne derket, û tekez kir ku hêzên asîmanî yên rijêmê gaza kilor û sarîn bikar anîn, û raporê eşkere kir ku rewşeke sitratîcîk a taybet ya van êrîşan hebû, ku çênabe bêyî fermana ji desthilatên bilind ji rayedarên leşkerî li welêt pêk werin.
Û bal kişand ku rijêmê zêdetir ji 200 carî çekên kîmawî dijî sivîlan bikar anîne, û cext kir ku ew wek tenaziyekê bi tevaya hişyariyên navdewletî ye, û binpêkirineke beloq e ji tevaya biryarên Civata Giştî, û Encûmana Mafên Mirovan û Encûmana Ewlekar re, nemaze hejmara 2118(2013) yaku piştî komelkujiya Elgota derketî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameyan de got ku piştî derketina rapora lêpirsînê û destnîşankirina nasnameya tewanbaran, û piştî ku Encûmena Cîbicîkar biryara xwe derxist, em bêzarbûna xwe tînin ziman derbarê borîna demeke dirêj û hîn tewankar û kujerên ku zarok bi çekên kîmawî kuştine serbest in, û hîn bêhtir tewanan dermafê bêgunehan pêk tînin.
Û daxwaza cîbicîkirina benda 21ê ji biryara 2118 ya sepandina tedbîran li gorî benda heftemîn ji Peymana Netewên Yekbûyî ger biryar bicî neyê tê de heye, tevî qedexekirina veguhêstina çekên kîmawî bê destûr û nehêlana bikaranîna çi kesî ji çekên kîmawî re li Sûrî.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya sepandina rêşûnên cezakirina yekser dijî kesên tewan kirine tevî rayedarên bilind li ba rijêma Elesed kir, her weha piştgiriya veguhêza siyasî li gorî biryara Encûmana Ewlekar 2254 û daxuyaniya Cinêvê û biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmara 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî