Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi amadebûna Serokê Hevbendiyê, D. Nesir Elherîrî, û Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî Enes Elebde, û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî, Hadî Elbehra, civîneke berfireh lidar xist, her weha Endamin ji Desteya Serokatiya Hevbendiya Niştimanî û Nûnerên Hevbendiyê di Desteya Danûstandinan û Komîteya Destûrî de beşdar bûn.
Û civîngeran amadekariyên dawîn yên ku Nûnerên Desteya Danûstandinê di Komîteya Destorî de pê rabûne gengeşe kirin, û kaxes û dosyayên hatine amadekirin hatin berçavkirin.
Û amadebûyan tekezî li ser beşdariya çalak û erênî di karê gera sêyemîn a Komîteya Destûrî ya Sûrî de kirin, ji bo nêta rijêmê derbarê tevlêbûna pirosesa siyasî eşkere bikin, û nema rijêm ji kar û barê ji bo gelê Sûriyê û derdeseiyên ku tê de û biryarên navdewletî bireve, û gewhera karên komîteya destûtî gengeşe bikin.
Û tekezî li ser pabendiya bi gihîştina çareya siyasî û pêkanîna hêviyên gelê Sûrî û misogerkirina mafê wî kirin, da dewleteke wekheviyê li gorî biryara 2254 ava bibe, ji ber ku Komîteya Destûrî ya Sûrî yek ji çar sepetan e di vê biryarê de.
Û Daxwaz ji Netewên Yekbûyî û tevaya aliyên navdewletî û herêmî kirin, ku ji nûde rêça danûstandinê derbarê her çar sepetan di zûtirîn dem de li Cinêvê çalak bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî