Komîteya Başûr di Hevbendiya Niştimanî de pêwendiyeke telîfonî li gel xwendekarên Sûrî yên serkeftî li Urdinê pêkanî, û pîrozbahîya wan kir li ser encamên cihê serbilindiyê yên ku bidest xwe ve anîne di ezmûnên bawernameya bekeloriya ya îsal de.
Û Endamên Komîteyê di pêwendiyê de tekez kirin ku encamên berçav yên xwendekarên Sûrî bi dest xwe ve tînin, ji cîhanê re diçespîne ku gelê Sûrîyê gelekî jîr e, û hêjayî jiyaneke baştir e ji yaku rijêma Esed ya sitemkar ew gihandiniyê.
Û Endamên Komîteyê hêvî kirin ku ev serkeftin berdewam bimîne, û xwestin ku tevaya xwendekarên Sûrî yên li hemû dewletên cîhanê cihê serbilindî û şanaziya welatê xwe bin, û di avakirina pêşerojeke geş ji welatê xwe yê dayîk Sûriyê re beşdar bin.
Di heman demê de Serokê Hevbendiha Niştimanî, Dr. Nesir Elherîrî, pêwendiyeke telîfonî li gel xwendekara Sûrî Betûl Elmûsa û malbata wê pêkanî, û pîrozbahiya wan kir bi boneya serkeftina wê û wergirtina piwanên tam, û hêviyên berdewamiya serkeftinê jê re kir.
Hêjayî gotinê ye ku serkeftinên xwendekarên Sûrî vê salê di ezmûnên bekeloriya de li Urdinê bi awayekî mezin û berçav bûn, û navên bêhtir ji 40 xwendekarên Sûrî di tabloyên serkeftiyan de hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî