Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, D. Nesir Elherêrî, peywendiyek di riya odeyeke tilfizyênî ya girtî re li gel endamin ji revenda Sûrî li Misrê lidar xist, û tê de sipasiyên xwe ji endamên revendê yên ji bo alîkariya tevaya Sûriyan li Komara Misrê ya bira kar dikin pêşkêş kir.
Û ev pêwendî di dema lidarxistina civîna Endamên Encûmana Rêvebiriya Komelgeha Xizmetguzarî ya Revenda Sûrî li Misrê ji bo şopandina rewşa Sûriyan li Misrê hat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di pêwendiya xwe de bi pîrozbahiya tevaya xwendekarên Sûrî yên serkeftî û pileyên bilind li Misrê wergirtine dest pê kir, û dît ku ev serkeftin li tevaya dewletên ku Sûrî lê bûne penaber dubare bûye, ew jî nîşanek e ku Sûrî gelekî pêşketinxwaz û serkeftî û çalak e.
Û Elherîrî tekezî li ser girîngiya xizmetkariyên ku encûman li Misrê di tevaya aliyan de pê radibe di warê tenduristî û hînkirin û hawarçûnê de kir, tevî encamên bobelatî yên li cîhanê bi sedema belavbûna korona çêbûne.
Û sipasiya xwe ji gelê Misrê yê bira re li ser piştgirî û pêşwaziya wan ji Sûriyan re bi dirêjiya salên derbasbûyî pêşkêş kir, û tekezî li ser têkliya kûr di navbera herdû gelên bira de kir.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî, tevî bijardeyên kêm, kar ji bo bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûriyê dike, û tekaz kir ku ew ji xêza pirensîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gel ên pêkanîna azadî û rûmetê dernakeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî