Hevrêzkarên Komîte û Ofîs û Rêvebiriyan di Hevbendiya Niştimanî de, civîna xwe ya rolane, îro roja duşemê bi amadebûna Cîgirê Serok Uqab Yehya lidar xist, û dawîtirîn çalakiyên ku Komîte û Ofîs û Rêvebirî di hefteya bûrî de pê rabûne berçav kirin.
Û civînê giringî da pêwîstiya hevrêziya di navbera Komîte û Ofîs û Rêvebiriyan de, bi armanca cîbicîkirina pilana Hevbendiya Niştimanî ya pêwendiyên li gel pêkhatên gelê Sûrî yên cûrbecûr li hundur û dervî Sûriyê.
Û civîngeran karê ku Komîteya Diyaloga Niştimanî derbarê amadekariyan pê radibe ji bo lidarxistina hevdîtina rawêjkarî ya berfireh ku tê de komek ji kesayet û çalakîyên siyaî yên Sûrî hebe, yaku ji cûrbecûr pêkhatên gelê Sûrî be, ji bo xurtkirina diyaloga niştmanî, berçav kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya biryardana nerîna siyasî ya niştimanî û peyama niştimanî di civîna dahatî ya desteya Siyasî de kir, her weha gengeşeyên ku li ser pêşxistina wê li gel komeke mezin ji partî û şepêlên siyasî yên Sûrî berçav kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji temînî û pêşniyaran pêşkêş kirin, daku xebatê li gel endamên dîtir yên komîte û ofîs û rêvebiriyan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî