Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di gotara xwe ya telfizyonî de, duh got ku rijêma Elesed hîn leşkerên xwe berve Bakurê Sûriyê komdike, û xwe dispêre rêbaza leşkerî ya xwînî, û bi arandinê radibe û di dema belavbûna Korona de berve deverên rizgarkirî pêşde dere.
Û Elherîrî got ku Hevbendiya Niştimanî li gel saziyên cîbicîkar û di pêşî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî, bi rêkeftina agirbestê pabend in, yaku di navbera Tirkiyê û Rûsiya de lidarketî, û hêviyên xwe anîn ziman ku ew rêkeftina agirbestê bibe rêkeftineke herdem û berfireh wek pabendî bi biryarên Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî.
Û cext ki ku tevî pabendiya Artêşa Niştimanî bi agirbestê, lê di heman demê de Artêşa Niştimanî amadeye ji her tiştên awarete re, û nahêlin ku hêzên rijîmê û Milîsên bi ser ve ku berve deverên rizgarkirî werin.
Û Elherîrî li ser kiryarên ku Milîsên PYD yên terrorist pê radibin, ji guhartinên rêbazan, ta kuştina sembolên eşîreyên li deverê, heyanî bighîne yasaya hejmar 7 ji bo destdanîna ser malûmilkên derbider û koçberan axifî, her weha ta bighîne lidarxistina rêkeftinan ji bo bikarîn û firotina betrolê wek hewaldana diziya samanên welêt.
Û Elherîrî tekez kir ku tevaya rêşûnên ku milîsên PYD pê radibe nayên pejrandin û ne rewa ne, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî di vê derbarê de pêwendiyê li gel aliyên navdewletî dike, û yadname û gilî di vê derbarê de pêşkêş kirin.
Û li ser pirosesa siyasî li Cinêvê, Elherîrî got ku divê danûstandin li gel pirosesa siyasî û pirosesa destûrî cidî be, û got ku Hevbendiya Niştimanî pabende bi pirosesa siyasî, û tê de berdewam e ji bo rijêmê bi destê zorê bînin ser masa danûstandinê.
Û bal kişand ku Nûnerên Desteya Danûstandinê di Komîteya Destûrî Sûrî de di gera siyemîn a dawîn bi awayekî cidî beşdar bûn, û karînên xwe ji bo derbasbûna hundir gengeşiyên pêlanî ya dighîne ancamin bedrest kirin, û got ku li hember wê rijêmê û piştgirên wê ti daxwazên pêşveçûna li ser xakê li ba wan nîne, û ew hîn xwe dispêre çareya leşkerî ya xwînî.
Û Elherîrî dît ku Civaka Navdewletî şiyanên xwe tev bikarneanîn ji bo fişarê li ser rijêmê beke, daku bi mecbûrî berve çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 here.
Û şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û tekez kir ku di riya ofîsa wê li gundewarê Helebê Endamên Hevbendiya Niştimanî li deveên rizgarkirî li ser nerîna giştî û pilana cîbicîkirin ya Hevbendiyê kar dikin.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî dixebite ji bo pêşxistina karê baregeha wê li gundewarê Heleb, û vekirina ofîsên nû taybet bi karûbarê jin û ciwanan, her weha ofîsa karûbarê yasayî, bo şopandina cûrbecûr doz û doseyên pêwîst ji nişteciyên deverê re.
Û şiroveyek derbarê nûnertiyên Hevbendiyê li derve û karê komîte û rêvebirîyên cîbicîkar di hundir Hevbendiyê de, û pilana karê Hevbendiyê di dema nîzîk ya dahatî de pêşkêş kir, û tekez kir ku rewaya rasteqîn ew e rewaya avakirinê ye, û mebest ji vê xebatê ku armancên gelê Sûrî yên ji bow ê derketine û qurbanî dane pêk werin, û gihîştina Sûriya nû, Sûriya azadî û rûmetê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî