Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî eşkere kir, ku Hevbendiya Niştimanî Komîteyek di bi nave Komîteya Diyaloga Niştimanî ava kir, bi armanca xurtkirina diyalogê li gel tevaya pêkhatên gelê Sûrî re û beşdariyê bikin ji bo ku bighînin derîyekî, daku derdeseriyên gelê Sûrî bidawî bikin, û hêviyên azadî û rûmetê pêk bînin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di peyva xwe ya telfizyonî de dît ku karê Komîteyê pir girîng e û divê guhdanê pêdin û pêre çalak bin, û got ku Komîteyê li ser axaftina tevaya pêkhatên gelê Sûrî”yên bi guhartina demoqratî li Sûriyê bi bawer û pir xalên hevbeş me bi wan re kom dike ” xebatê bike.
Û Elherîrî tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendîya li gel pêkhatên Sûrî kir, û got ku em hewcedar in ku em bêhtir guhdarî hev bikin û di nav hev de diyalogê bikin, daku tiştên meyî hevbeş pêşde bidin.
Û bal kişand ku Komîteyê dest bi pirosesa diyalogê kir, û dê encamên xwe yî girîng di dema dahatî de hebin, û got ku dibê ku piştî rêxistinkirina wê bandora xwe li bingeha Hevbendiya Niştimanî bike.
Û diyar kir ku Komîteya Niştimanî xwe amade dike ji bo hevdîtina xwe ya şêwermendî yekemîn roja îniya dahatî yaku dikeve 4 vê heyvê lidar bixîne, û got ku Endamên Komîteyê dest bi pêwendîyên li gel kesayetên niştimanî xwedî bandor û hevrêziya bi wan re ji bo lidarxistina vê hevdîtinê kir.
Û cextî li ser girîngiya xurtkirina pêwendî û hevrêziyê li gel cûrbecûr pêkhatên gelê Sûriyê kir, û vekolîna her tiştê sûdê li şoreşê dike, û gengeşekirina astengîyên ku rastî şoreşa Sûriyê di qonaxa dahatî de, û amadekirina ji bo gihîştina baştirîn encamên dikevin bercewendiya Sûriyê û gelê wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî