Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif, li gel komek ji ciwanên parêzgehên Dêra Zorê û Hesekê û Reqayê li baregeha Navenda Civaka Sivîl û Demoqratîk CCSD li bajarê Orfa ya Tirkîyê duh duşemê civiya, û pêre ketwarê deverên rizgarkirî û rêyên çakkirina xizmetguzariyan û binavaya deverê gengeşe kirin.
Û Şanda hevbendiyê ji Endamên Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, Behcet Etasî, Mihemed Yehya Mektebî pêk dihat.
Û Emîndarê Giştî li ser karê Hevbendiya Niştimanî û pilana Hevbendiyê di qonaxa dahatî de axifî, pilanên girîngiyê didin çakkirina ketwarê Sûriyan li Sûriyê û derve, her weha xurtkirina pêwendiyan li gel cûrbecûr beş û pêkhatên civaka Sûrî.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî piştpêrastkirinê dide karînkirina sazîyên cîbicîkar û di pêşî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîniya Hevrêzkariya Piştevanî di pêkanîna pilana xwe bo rêvebirina deverên rizgarkirî bi awayekî baş û çakkirina xizmetguzariyan tê de.
Û Abd Albaset Abdullatif di navbera hevdîtinê de got ku rijêm li ber henaseyên xwe yî dawî ye, û hîn jî di siyasteta paşxistinê di rêça pêkanîna vebira leşkerî xwîndar de berdewam e, û bal kişand ser gera siyemîn ji karên Komîteya Destûrî Sûrî yaku ti pêşkatin nedîtine.
Û tekezî li ser pêwîstiya fişarên navdewletî li ser rijêmê ji bo dubarekirina çalakkirina pirosesa siyasî û gihîştina cîbicîkirina temamî ji biryara 2254 kir, û got ku Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandina Sûrî ji şanderê Navdewletî bo Sûriyê Ger Pederson û dewletên çalak di doseya Sûriyê de daxwaza vekirina tevaya rêçên di biryara navdewletî de 2254 de hatine û karê tê xwestin û divê gengeşe ne tenê li ser sepeta destûrê bin kirin.
Û Abd Albaset Abdullatif eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî li gel Wezareta Derve ya Emrîkî behsa doseya binpêkirinên mezin yên milîsên PYD yên terrorist li deverê û di nav de birîna eletrîk û avê kir.
Û Emîndarê Giştî cextî li ser pêwîstiya hevkarî ji bo rûbirûbûna tevaya astengiyên dahatî di rûyê şoreşa Sûrî de û karê tev li ser pêkanîna hêvîyên gelê Sûrî bo azadî û rûmetê û rûxandina rijêma Elesed kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî