Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî li gel şandekî mezin ji Hevbendiya Niştimanî bi Wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Lîwa Selîm Idrîs û Serokatiya Erkanê di Artêşa Niştimanî Sûrî û Serokê Dadweriya Lişkerî, îro sêşemê, li baregeha Wezareta Berevaniyê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê civiya.
Û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û binpêkirinên ku rijêm û siponserên wê pêk tîne gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya pabendiyê bi rêkeftina agirbestê û kar ji bo gihîştina rêkeftineke agirbestê temamî kirin, bi armanca vekirina rê li pêşiya pirosesa siyasî û gihîştina çareya siyasî di riya cîbicîkirina temamê biryara 2254.
Û pesna amadehiya bilind ya Artêşa Niştimanî Sûrî da, û tekez kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî mafê xweyî temamî heye ku bersiva binpêkirinan bide, û rawestandina li hember tevaya hewilidanên rijêmê û siponserên wê li deverên rizgarkirî, û cext kir ku tevaya hewildanên rijêmê û siponserên wê bo vebira leşkerî xwîdar ne gengaz e, û dît ku ew bûye tiştekî xeyalî.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya kar ji bo pêşxistina Artêşa Niştimanî Sûrî û bilindkirna asta zîrekiyên wî wek dezgeheke nûnertiya tevaya Sûriyan dike kir, her weha kar li ser misogerkirina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî, û nehêlana hêzên rijêmê û milîsên terrorist ku gefê bidin ewlehî û aştiya welatiyên Sûrî.
Her weha tekezî li ser pêwîstiya karê komelayetî û zêdekirina hevkarî û hevrêziyê û pêgirtina bi pirensîpên şoreşa Sûriyê bo pêkanîna armancên azadî û rûmetê kir, û koçkirina serê rijêmê di hundir çareya siyasî temam de be, û got ku me bi hev re dest bi şoreşa Sûriyê kir û emê bi hev re bi rakirina alayên serkeftinê bidawî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî