Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî pêwendiyeke telîfonî li gel xwendekara Sûrî ya serkeftî Sara Ehmed Utrî, di dema hevdîtina Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Urdin Tarêq Ebas li gel xwendekarê û malbatê wê re lidar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiyên xwe ji xwendekara Sûrî Sara re li ser serkeftina wê di duwenavencîya giştî de li ser asta Urdunê pêşkşê kir.
Û Elherîrî got ku şanaziyên me pir dibin gava em nûçeyên serkeftina Sûriyan li dewletê derve dibhîsin, û got ku em li te û li tevaya serkeftiyan ji xwendekarên Sûrî re pîroz dikin, û hêviya me ew e ku hûn tev serkeftî û cîwaz bin.
Û tekez kir ku ev encamên balkêş ji aliyê xwendekarên Sûrî ve, ji cîhanê re diçespîne ku ev gelekî jîr e û hêjayî jiyaneke baştir e ji yaku rijêma Elesed ya sitemkar ew gihandiniyê.
Tê zanîn ku Sara Ehmed Utrî 98.9 ji sedî di duwenavenciyê de li Urdunê bi dest xweve anîye.
û hêjayî gotinê ye ku encamên duwenavencî li Urdunê serkeftina xwendekarên Sûrî bi awayekî mezin vê sale dît, û tabloyên serkeftiyan nîşan kir ku bêhtir ji 40 xwendekarî hebûn û hejmarek ji wan di asta yekemîn de bûn li ser asta urdunê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî