Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D.Nesir Elherîrî, serdaneke şopandinê ya nişkeve çû zîndana navendî li Gundê Maratê û dadgeha leşkerî li Efrînê, û li rewşa girtiyan û girtîgehan û karê pirosesa yasayî û rêşûnên girtin û dadgehkirinan temaşe kir.
Û Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif, û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Karûbarê Girtî û Binçavkirinên Kotekî, Yasêr Ferhan, û Endamên Desteya Siyasî, Mihemed Yehya Mektebî, û Behcet Etasî û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî di serdanê de beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û şandê pêre, di hundir zîndanê de geriyan, daku rewşa kuncên zindanan û avahiyên xizmetguzariyê û yên tenduristîyê tê de ji nêz de bibînin, û bi hin girtiyan re civiyan.
Û Elherîrî û şandê pêre di yek ji rûniştinên dadgehkirinê de amade bûn, û rewşa dadgekirinan dîtin, û di dû re rêşûnên rêvebiriya Dadgeha Leşkerî yaku di hayva îlona sala 2018 bi biryara Hikûmeta Sûrî ya Demkî ava bûye temaşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û şandê pêre, hevdîtin li gel rêvebiriya girtîgehê û dadwerin ji yên dadgeha leşkerî lidar xist, û karînên wan di warê çakkirina pirosesa yasayî û xurtkirina merc û çanda mafên mirovan de bilind nirxandin.
Û tekezî li ser misogerkirina dadweriyên rewa ji her girtiyekî re, û dabînkirina mafê berevaniya di ber xwe de, û negirtina ti kesî bêyî biryara dadgehê li gorî perensîpên yasayî kir.
Û bal kişand ser girîngiya pabendiyê bi rêşûnên xweparastinê daku nehêlin vîrosa korona di nav girtiyan de belav bibe, û pabendbûna bi rênimayên tenduristî yên Wezareta Tenduristî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de derxistine, û kar li ser misogerkirina paqijiya girtîgehan û berdewamiya rabûna bi helmetên pakirina avahiyan di hundir zîndanê de bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî