Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sê ofîsên nû yên taybet bi karûbarên Jin û Ciwanan û Karê Yasayî li deverên rizgarkirî li gundewarê Helebê vekirin, wek beşekî ji pilana Hevbendiya Niştimanî ya xurtkirina pêwendiyan li gel welatiyên deverên rizgarkirî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, hevdîtin li gel her sê ofîsan li dar xistin, û bi wan re armancên ofîsan û pilana karê wan gengeşe kirin, û giringî dan pêwîstiya çalakkiya peywendiyan li gel tevaya welatiyan.
Û di hevdîtinan de Andamên Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, Mihemed Yehya Mektebî û Behcet Eletasî, û Endamên Desteya Giştî D. Cewad Ebo Heteb, Ehmed Tuhmê, Mihemed Elsalih û Necîb Rehmon û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî amade bûn.
Û Elherîrî tekez kir ku jina Sûrî pir qurbanî di şoreşa sûrîyê de pêşkêş kirine, û bal kişandin ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi karûbarên jinan, û dît ku ew erk e, û divê kar têde berdewam be, ta tevaya mafên xwe misoger bike.
Û Elherîrî cextî li ser girîngiya pêşxistina jinan di tevaya aliyên civakî û aborî û siyasî de kir, û got ku divê cihê siruştî yê jinan di serdarî û avakirina Sûriya nû de hebe, û rola wê ya çalak di tevaya warên jiyanê de hebe, û jin ji beşdarên sereke bin di standina biryaran û pilandanana sitratîcîk de.
Û derbarê Ofîsa Ciwanan, tekez kir ku ciwan çirûska şoreşa Sûriyê û stûna wê ne, û ew gencîneyeke sitratîcî ne, û tekez kir ku vekirina asoyan û çêkirina derfetan û dabînkirina pirojeyan ji ciwanan re, pêşinde ye ji bo sûdewergirtina ji karînên gêncan, û dabînkirina beşdariya wan di pêşkêşkirina destpêşxeriyan û cîbicîkirina wan de.
Û eşkere kir ku Ofîsa Ciwanan dê kar ji bo xurtkirina pêwendîyan li gel ciwanan li deverên rizgarkirî bike, û herweha ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, û pêşxistina wan di riya dabînkirina woorkşop û rahînanên pêwîst re.
Û Elherîrî diyar kir ku Ofîsa Mafnasî dê ji hejmarek ji mafnas û pispor û şarezayên niştimanperwerên sûrî pêk were, û bal kişand ku dê roleke wan a mezin di alîkirina Hevbendiyê di şêwermendî û yasayî de hebe, û pêre alîkar be di amedekirina nameyên navdewletî û belgekirina tewan û binpêkirinên ku rijêma Elesed û milîsên terrorist pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî