Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê, D. Nesir Elherîrî, û Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif, û hejmarek ji Endamên Hevbendiyê, pêşwaziya Serokê Encûmana Parêzgeha Heleba Azad Ebdilgenî Şobek û hejmarek ji Endamên Ofîsa Cîbicîkar di Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Ezazê ya gundewarê Helebê kir.
Û amadebûyan behsa ketwarê deverên rizgarkirî û rewşa saziyên xizmetguzariyê ji nişteciyan re kirin, û Elherîrî pesnê rola encûmanên parêzgehan di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji nişteciyan re û şopandina jiyana wan ya rojane da.
Û tekezî li ser pêwîstiya çakkirin û pêşxistina xizmetguzariyan li deverên rizgarkirî kir, her weha karê li ser derbaskirina astengîyên pêşgir ji karên Encûmanên Parêzgehan re bi hevkariya li gel Wezareta Rêveberiya Navxweyî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de.
Û tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hevkarî û hevrêziyê û girêdana di navbera karê siyasî û yê cîbicîkar ji bo rûbirûbûna tevaya astengiyên dahatî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî