Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê, D. Nesir Elherîrî, û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û şandê pêre, serdana Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî li bajarê Ezazê kirin, û bi wan re pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û ev jî di hundir pilana Hevbendiya Niştimanî ya xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziya li gel pêkhat û deste û kesayetên niştimanî yên di nav Desteya Giştî ya Hevbendiyê de tê.
Û amadebûyan behsa ketwarê deverên rizgarkirî û pêwîstiya kar li ser çakkirina rewşa xizmetguzarî û debara jiyanê kirin, û li ser rola sêyemîn ji karên Komîteya Destûrî Sûrî ya dawî axifîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rol û girîngiya Encûman wek beşekî ji tevna gelê Sûrî û dîroka Sûriyê de bi giştî û di şoreşa sûrîyê bi taybetî de, û hembêzkirin û beşdarbûna Êl û Eşîran di hêzên şoreşê û rûbirûbûna rijêma Elesed û milîsan û Daişê de kir.
Û cextî li ser girîngiya berdewamiya pêwendî û hevkarî û hervrêziyê di rûbirûbûna tevaya dozên dahatî de, û bidûrxistina astengîyên rastî şoreşa Sûriyê tên kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî