Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Abd Albaset Abdullatif, bi hevaltiya Endamên Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, Behcet Eletasî û Mihemed Yehye Mektebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Gazî Entabê, Mihemed Elşemalî, serdana Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê kirin, û li karê Yekîniyê û dawîtirîn xebatên wê temaşe kirin.
Û Serokê Yekîniyê Mihemed Heseno, şiroveyek derbarê çalakiyên Yekîneyê û karên wê, her weha xebatên wê derbarê rûbirûbûna vîrosa korona li deverên rizgarkirî pêşkêş kir.
Û Heseno behsa pirojeyên yekîneyê yên pêşerojê û cîbicîkirina wan di rojên dahatî de kir, ew pirojeyên girêdayî karta tenduristî û fêrkirinê û alîkariya piştgiriyên mirovahî û hawarçûnê li kampan.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî û Şandê pêre, pesnê karê Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê da, û rê û mîkanîzmên piştevaniya yekîneyê û pêşxistina karînên wê di xizmeta gelê Sûrî de li deverên rizgarkirî û li dewletên pêşwaziya penaberên Sûrî kirine gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî