Artêşa Niştimanî ya Sûrî biryarek deranî û belav kir, tê de ji Feyleqên Artêşa Niştimanî xwest ku tebloyên numareyan deynin ser otombîl û mekîneyên veguhastinê yên leşkerî, ji bo rêxistinkirina karê navxwe û kontrolkirina ewlehiyê.
Û biryar li ser Feyleqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji destpêka heyva îlonê de hate belavkirin, û Feyleqê Siyemîn dest bi cîbicîkirina biryarê kir, û çavnêrin ku feyleqên din jî li dû hev biryarê cîbicî bikin.
Û armanc ji biryarê ew e , karê rêvebirinê were rêxistinkirin, û tirumbêlan di hundr feylqan de kontrol bikin, wek beşekî ji pêngavên ku Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di vî warî de pê radibe tê.
Û herweha ewlehî û aramiyê biparêze, û nehêle ku milîsên terrorist tirumbêlên sexte yên mayînkirî di nav sivîl û avahiyên giştî û bazaran de biteqînin.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî